Nêçîrvan Barzanî: Rêya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê ges dibe

30 October 2024 18:35 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Rêya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê ges dibe

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî Foruma MERI ya bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” li Hewlêrê tê lidarxistin bû.

Nêçîrvan Barzanî, di Foruma MERI2024’e de beşdarî panelekê bû û li ser serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “Hilbijartin çavkaniyên rewatiya desthilata Herêma Kurdistanê ne.”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirseke derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de wiha got: “Hilbijartin çavkaniyên rewatiya desthilata Herêma Kurdistanê ne. Ji sedî 72yê xelkê deng da û em dibînin ku rêya demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê geş dibe.”

Barzanî, li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir, "Di vê mijarê de helwesta me zeleal e."