Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dixwaze kêse bi rêya destûrê bên çareserkirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di panela forûma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ya li Hewlêrê hat sazkirin axivî û got, “Herêma Kurdistanê dixwaze kêşeyên ligel Bexdayê bi rêya destûra bingehîn werin çareserkirin.”
Nêçîrvan Barzanî, bal kişand ser ku piştî hilbijartinan bi salekê damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê pêngaveke girîng e û diyar kir, ew dixwazin wek Herêma Kurdistanê jidil alîkariya hikûmeta Iraqê û kabîneya nû bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku îstiqrara Iraqê tê wateya îstiqrara li Herêma Kurdistanê jî û got, rewşa xirab a ewlehiya Iraqê bandorê li ser Herêma Kurdistanê jî dike.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew hêzî dikin hem wan hem jî Bexdayê ji rewşên berê ders wergirtibin û li ser kêşêyên Bexda û Hewlêrê jî got: “Herêma Kurdistanê dixwaze kêşeyên ligel Bexdayê bi rêya destûra bingehîn werin çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin