Nêçîrvan Barzanî serokkomarê Îranê yê nûh Pezeskiyan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema li Îranê Mesûd Pezeşkiyan dilbijaretina serokomariya Îranê qezenc kir, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de, wî pîroz kir.
Mesûd Pezeşkiyan di dora duyem ya hilbijartinê de ji dengên esasî %53,7 qezenc kir û Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de jê re got:
“Ez Mesûd Pezişkiyan li ser navê xwe û xelkê Kurdistanê, ji ber hat hilbijartin ji bo serokomariya Îranê, wî pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim.
Têkiliyên me yên ku ji mêj de hene, yên li ser bingeha berjewendiyên hevpar û bingeha cîrantiya baş, yên Kurdistanê û Iraqê bi Îranê re, em dixwazin wan têkiliyan pêş bixin û hevkariya xwe bidin dewamkirin.”
Mesûd Pezişkiyan bi xwe di sala 1954an de li Mahabadê hatiye dinyayê. Ji Zankoya Tebrîzê ji beşa Tibê der çûye. Berê di hukumeta Îranê de wezîrtiya tenduristiyê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin