Nacî Gorur, ji bo erdhejê hisyariya Dêrsimê da
PeyamaKurd - Pisporê erdhejan Prof. Dr. Naci Görür di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de ji bo parêzgeha Dêrsim a bakurê Kurdistanê hişyarî da.
Prof. Dr. Naci Gorur hişyariyên ku ji bo Mereşê dabû bi bîr xist û got, "Ji bo baldabûna Dêrsimê ez diqîrim."
Di ser erdheja ku di 6ê Sibata sala borî ya ku navenda wê Mereş bû û li gel Mereşê 11 parêzgehên bakurê Kurdistanê wêran kir salek derbas bû. Erdnas û endamê Akademiya Zanistê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Naci Görür hişyariyên xwe bi daxuyaniyan berdewam kir.
Gorur got: "Ez ji bo Dêrsimê diqîrim da ku pêwendîdar bala xwe bidinê" jî bi navnîşana navçeyên xeternak ên di erdheja Stenbolê ya çaverêkirî de cih girt, bal kişand ser Îzmîrê.
Nacî Gorur balê kêşa ser xeletiya bakurê jor ê Kurdistanê û wek deverên herî xeternak, li gel Dêrsimê frehiya navbera Semsûr û Colemêrgê destnîşan kir û got ku divê ji bo van deveran baldariyeke zêde hebe.
Prof. Dr. Gorur wiha dom kir: "Me di 2010 an 2011an de projeyek amade kir. Ew proje tam bi vî rengî bû: Me go werin em derza Rojhilatê Anatolyayê (Bakurê Kurdistan) lêbikolin. Ev derz li ber şikandinê ye. Min got ku derza bakurê Anatolyayê ji 1939an ta 1999an, bi têra ku erdhejên bi pileyên 7an pêk bîne şikestê xwariye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin