Nacî Gorur, li ser herdu erdhejên îro hisyar kir!

12 May 2023 17:00 0 dîtin
Nacî Gorur, li ser herdu erdhejên îro hisyar kir!

PeyamaKurd- Îro li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê li peyî hev 2 erdhejên bi lerza 4,5 û 4,3yan çêbûn. Piştî erdhejan Prof. Dr. Naci Gorur bal kişand ser xeta Goksunê ya Mereşê.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD), saet 11:33yan de erdhejek bi lerza 4,5an çêbû ku navenda wê navçeya Saimbeylî ya Edeneyê bû.

3 deqe piştî vê erdhejê ango saet di 11:36an de bi lerza 4,3yan erdhejeke din jî çêbû.

Naci Gorur, piştî van erdhejan di hesabê xwe yê medyaya civakî de bal kişand ser zora ku li xeta Goksunê dike û got,

“Li Topallar û Saimbeyliyê bi lerza 4,6an erdhej çêbûn. Zor li xeta Goksunê dike.”