Nacî Gorur, ji bo wî bajarî hisyar kir: 2 xetên çalak hene!

10 March 2023 17:00 0 dîtin
Nacî Gorur, ji bo wî bajarî hisyar kir: 2 xetên çalak hene!

PeyamaKurd- Prof. Dr. Nacî Gorur, di derbarê erdheja ku tê payîn li Stenbolê pêk bê de daxuyaniyeke nû belav kir û rayedarên Tirkiyeyê hişyar kir ku li Marmarayê 2 xetên çalak hene ku dê erdhejê çêbikin.

Naci Gorur, bi nirxandinên xwe yên li ser erdheja Stenbolê ya çaverêkirî, di rojeva Tirkiyeyê de cihê daxuyaniyên xwe diparêze û di vê çarçoveyê de daxuyaniyeke nû da.

Li Marmarayê 2 xet hene!

Pisporê Erdnasiyê Gorur, di vê daxuyaniya xwe de car din bal kişand ser erdheja ku dê li Stenbolê çêbibe û got,

"Hemû senaryo û amadekarî ji bo erdhejeke bi pileya 7,5 tên kirin. 2 xetên bi qusûr ên çalak hene ku dê ji ber wan li Marmarayê erdhej çêbibe.

Yek ji wan, şaxa Adalarê ye ku dirêjahiya wê bi qasî 45 kîlometiran e. Dema ku ev yek bi temamî bişikê, erdhejek ji rêza 6an çêdike. Şikestin dibe 7,5 an jî 7,6 pile be.

Ji ber ku li rojavayê Marmarayê di erdheja Şarkoyê ya sala 1912yan de dibe ku xeta Tekîrdagê şikestibe, em nafikirin ku li wê derê erdhejeke mezin çêbibe. Loma em difikirin ku erdheja Marmarayê, di navbera 7.2 û 7.6 pileyan de biguhere.”