Namzediya 20 kesên hilbijartinên pêswext a Parlamentoya Iraqê hat betalkirin
PeyamaKurd – Namzediya 20 kesên hilbijartinên pêşwext a Parlamentoya Iraqê, ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve hat betalkirin.
Li gor daxuyaniya Komîsyonê, ew 20 namzed ji lîste û hevpeymaniyên cuda ne û yekem care komîsyon di vê hilbijartinê de namzediya hin kesan betal bike û bendewarî tê kirin ku hejmarek namzediya namzedên din jî bên betalkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, lîste û hevpeyman mafê wan heye di cîha wan namzedên ku namzediya wan hatiye betalkirin de namzedên din pêşkeşî komîsyonê bikin.
Derbarê sedemê betal kirina namzediya wan namzedan de jî komîsyonê got, ew 20 namzede ji ber dosyayên darayî yên gendeliya darayî û tewanbariyê namzedbûna wan hatiye betalkirin.
Namzedê herî diyar ê namzediya wî hatiye betalkirin jî, parêzgerê berê yê Selahedînê û Parlamenterê niha yê Iraqê Ehmed Ciburî ye.
Navên 20 kesên namzediya wan hatî betalkirin wiha ne:
Ziyab Mihemed, Reysan Elxerewî, Nazim Zayir Hetab, Nebîl Mihemed Menahî, Elî Derwêş, Falih Ebdulelî, Elî Yusif Telfah, Elî Salim Seîd, Kazim Bedîrî, Basim Ebdula Sultan, Elî Hadî Salih, Hesen Ferhan Husên, Henan Hindî Inaz, Heyat Kazim Silêman, Besman Zenun, Ehmed Behran, Eyad Ebdu Hemûd, Mihemed Husên Xuzeyr, Ehmed Ciburî, Meiruf Ebud Şemmerî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin