NATO kordînasyona dabînkirina çekan bo Ukraynayê digre ser xwe

14 June 2024 19:09 0 dîtin
NATO kordînasyona dabînkirina çekan bo Ukraynayê digre ser xwe

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku dê hevpeymana NATO roleke mezin a kordînasyona dabînkirina çekan bo Ukraynayê bigre ser xwe.

Stoltenberg diyar kir, “Dê ev hewldan me NATOyê neke aliyekî şer lê wê piştevaniya me ya bo parastina rewa ya Ukraynayê xurtir bike.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê piştî civîna wezîrên parastinê yên endamên NATOyê ku li biryargeha NATO ya Brukselê hate lidarxistin axivî û got, “Me derbarê Ukraynayê de li ser çawaniya lîdertiya NATOyê li hev kir. Wê ev yek bibe sedem ku lîderên NATOyê di lutkeya Tîrmehê ya Washingtonê de vê hewldanê bibin serî.”