NATOyê ji bo Ukraynayê hisyarî da Rûsyayê
PeyamaKurd - Berdevka NATOyê Oana Lungescu li ser rageşiya navbera Ûkrayna – Rûsyayê ku li Deryaya Azakê û Kendava Kerçê berdewam dike, daxuyanî da.
Lungescu ragihand ku ew geşedanên li dorûbera Kendava Kerçê ya Deryaya Azakê ji nêzîk ve dişopînin û got, “Em bi rayedarên ûkraynî re di nav pêwendiyê de ne. Em banga aramî û kêmkirina rageşiyê dikin.”
Lungescu bang li Rûsyayê kir ku li bênderên Deryaya Azakê de astengiya ji Ûkraynayê re dernexe û diyar kir, NATO piştevanê serwerî û yekparçeyiya Ûkraynayê ku piştgiriyeke xurt dide serbesiya çûnûhatina Ûkraynayê di avên deryayê de.
ÇI BIBÛ?
Doh 25ê Mijdarê keştiyên Rûsyayê li Deryaya Azakê dorûbera Kendava Kerçê rêgirî li keştiyên Ukraynayê kiribû û leşkerî ukraynî birîndar bûbû. Piştî vê bûyerê asta rageşiyê di navbera herdu welatan de zêde bû û artêşên Ûkrayna û Rûsyayê ketibûn amadebaşiyê. Herwiha Ûkraynayê jî Komara Donesk a ku ketiye kontrola alîgirên Rûsyayê dabû ber topan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin