Navê golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend ket Pirtûka Rekoran a Guinnessê

26 November 2021 13:06 0 dîtin
Navê golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend ket Pirtûka Rekoran a Guinnessê

PeyamaKurd – Navê golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend, bi avêtina topê 61 metreyî bi destan, ket Pirtûka Rekoran a Guinnessê û û belgeya tomarkirina avêtina topê ya herî dûr bi destan di yariya futbolê de wergirt.

Navê golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend ê ku bi avêtina topên dûr û dirêj bi destan tê naskirin, li Pirtûka Rekoran a Guinnessê hat tomarkirin.

Di yariya ku 11ê Cotmeha 2016an a navbera tîma neteweyî ya Îranê û Koreya Başûr hat lîstin de, Elîriza top 61 metreyan bi destên xwe avêtibû.

Pirtûka Rekoran a Guinnessê, sertîfîka ji Boavista ya ku niha tê de dilîze re şand ku ji Bîranwend re bê dayîn. Bîranwend ‘‘belgeya tomarkirina avêtina topê ya herî dûr bi destan di yariya futbolê de” ji tîmê wergirt.