NBC: Petrol nehist Trump bi temamî ji Sûriyê vekise

23 October 2019 00:51 0 dîtin
NBC: Petrol nehist Trump bi temamî ji Sûriyê vekise

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku di mijara hiştina hinek eskerên Amerîkayê li Sûriyê, senatorê komarî Lindsey Graham û generalekî teqawud, Trump bi sedema petrola wê derê li ser nexşeyê razî kirine. Ragihandin ji aliyê televîzyona NBC ya Amerîkî de hat kirin.

Piştî Trump biryarê da ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne, senator Graham û generalê teqawud û analîstê Fox News ê Jack Keane nexşeya petrolê ya Rojhilata Navîn nîşanî Trump dane û Trump biryara xwe guhertiye.

Her dû siyasetmedar gotin eger Amerîka ji herêmê vekişe, wê Îran herêmê ji hewayê û bejayiyê de bo kontrol bike, amadekariyê dike.