Nêçîrvan Barzanî akademîsyen û rewsenbîrên Rojhilatê Kurdistanê re civiya
PeyamaKur - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan, îro 19ê Hezîranê roja Yekşemê pêşwazî li hejmarek nivîskar, akademîsyen û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê kir ku ji bo merasîma nasandina çend pirtûkên belgenameyî li ser şoreşên Barzan, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.
Serokê Herêma Kurdistanê di civîna ligel nivîskar û rewşenbîran de, behsa pêşvebirina têkiliyên Herêma Kurdistanê ligel Rojhilatê Kurdistan û Îranê di warê kultûrî û rewşenbîrî de kir.
Nêçîrvan Barzanî, hêvî xwest ku pira têkiliyên kultûrî û rewşenbîrî di navbera her du “gel û welatên dost û cîran” de bihêztir bibe.
Di civînê de, rewşa nivîskariyê, edebiyata Kurdî û tevgera çap û weşana Kurdî li Herêma Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistan û Îranê ligel hin mijarên din ên girêdayî wê, hatin gotubêjkirin.
Herwiha xebatên ji bo komkirina belgenameyên derbarê dîroka Kurdistanê û şoreşên wê di arşîvên welatên cîran û cîhanê de jî hatin behskirin û di vî warî de, kar û xebatên Enstîtuya Kurdistan li Tehranê û yên Behramî Weledbegî û hevkarên wî yên ji bo komkirina belgenameyan û çapkirina wan bilind hatin nirxandin.
Li aliyê din şanda ji Rojhilatê Kurdistanê vizyona aşitîxwazî û xebatên siyasî û diplomasî yên Nêçîrvan Barzanî li ser asta navxwe, Kurdistan, Iraq û herêmê bilind nirxand û serkeftin jê re xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin