Serok Mesûd Barzanî rewsenbîrên Rojhilatê Kurdistanê re civiya
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi şandeke nivîskar, akademisyen û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê, ku bi armanca beşdariya di merasîma nasandina zincîreyek ji pirtûkên dokomêntarî yê şoreşên Barzan, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn re civiya.
Serok Barzanî di civînê de bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û destxweşî li berpirsê Enstîtuya Ferhenga Kurdistanê li Tehranê Baram Weledebegî û tevahiya kesên di projeya dokomêntariya şoreşên Barzan de rola wan hebûne û pirtûk amade kirine kir.
Herwiha di berdewamiyê de destxweşî li Zanîngeha Selahedîn û ew kes û aliyên ku merasîma nasandina projeyê birêve birine kir û hêviya serkeftina zêdetir ji bo wê projeyê xwest.
Serok Mesûd Barzanî rola rewşenbîr, akademisyen û nivîskaran di nasandin doza rewa ya gelê me û girêdana pireya pêwendiyê di navbera gelên herêmê de bilind nirxand û pêşxistina xebatên ferhengê weke beşek ji têkoşîna neteweya me pênase kir û dawaza kir ku êdî rê neyê dayîn ku dîroka gelê Kurdistanê bê reşkirin û bi em xwe bi piştbestin bi belge û zanyariyên dirust û bawerpêkirî kar li ser nasandina dîrokê bikin.
Di civînê de şanda mêvan ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe bi wê hevdîtinê, spasî û pêzanîna xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û amaje bi pêgeha cenabê wî di nava Kurdên beşên din ên Kurdistanê de kir ku ji bilî pêgeha wî ya siyasî, wek omêd û hêviya rizgarî, pêgeheke wî ya mamewî ya bilind di nava Kurdan de heye û li nava pêkhateyên netewî yên din ên Îranê de jî cihê rêz û qedrê ye.
Herî dawî di civînê de, şanda mêvan hejmareke mezin ji pirtûk û berhemên xwe yên çapkirî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin