Nêçîrvan Barzanî bang li aliyan kir: Ji bo dîyaloga fireh û vekirî werin li paytexta duyem Hewlêrê bicivin

31 July 2022 12:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bang li aliyan kir: Ji bo dîyaloga fireh û vekirî werin li paytexta duyem Hewlêrê bicivin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 31ê Tîrmehê roja Yekşemê, li ser xwepêşandan û krîza siyasî ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û got, ew li ser rewşa siyasî ya Iraqê gelekî bi fikar in û Herêma Kurdistanê dê weke her carê bibe beşek ji çareseriyê.

Nêçîrvan Barnzanî bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir û wiha got, “Em ji ber rewşa Iraqê bang li aliyên siyasî yên pêwendîdar ên Iraqî dikin ku werin Hewlêr a paytexta xwe ya duyemîn û dest bi diyalogeke vekirî û berfireh bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest bi diyaloga rasterast bikin û di vê rewşa hestiyar de, alozbûna zêdetir a rewşê dê aştiya civakî, ewlehî û aramiyê bixe xetereyê.

 Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Herêma Kurdistanê dê weke her carê bibe beşek ji çareseriyê, lewra em ji ber rewşa Iraqê bang li aliyên siyasî yên pêwendîdar ên Iraqî dikin ku werin Hewlêr a paytexta xwe ya duyemîn û dest bi diyalogeke vekirî û berfireh bikin û li ser bingeha berjewendiyên bilind ên welat bigihin rêkeftinekê. Ti pirsgirêkeke ku bi diyalogê neyê çareserkirin nîne.”