Nêçîrvan Barzanî bi Emîrê Qeterê re civiya

30 October 2019 17:17 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Emîrê Qeterê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dohayê bi Emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamed Al Sanî re hevdîtinek pêk anî.

Barzanî di serdana xwe ya Qeterê ya ji bo beşdariya Civîna Asyaya Rojava ya Komcivîna Ewlekariyê ya Munîhê li paytex Dohayê bi Şêx Temim bin Hamed Al Sanî re hat ba hev.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhatên dawî, pêwendiyên herdu aliyan û mijarên navbera Hewlê û Bexdayê hatine axaftin.

Herwiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Al Sanî li ser pêşxistina derfetên aborî û bazirganî guftûgo kirine.