Nêçîrvan Barzanî û balyozê Qeterê civiyan: Qeter Konsulxaneya Gistî li Hewlêrê vedike

13 September 2022 17:52 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û balyozê Qeterê civiyan: Qeter Konsulxaneya Gistî li Hewlêrê vedike

PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 13ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Elsilêtî kir.

Piştî civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de guftûgo derbarê têkiliyên navbera Iraq û herêma Kurdistanê yên ligel Qeterê, rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhatên dawî û hewldanên Qeterê yên ji bo vekirina Konsulusxaneya giştî ya Qeterê li Herwlêrê hate kirin.

Di civînê de, nirxandin li ser derfetên hilbirîna Qeterî li herêma Kurdistanê û amadekariyên bo organîzekirina mondiyala 2022yan ya cîhanî jî hate kirin.

Hat diyar kirin ku her du aliyan tekez li ser xwesteka Kurdistan û Qeterê ya zêdetir pêşdebirina têkilîyan, hevkariya hevbeş û afirandina derfetên guncaw ji bo hilbirîna Qeterî di warê curbicur de li Kurdistan û Iraqê kirin.

Herwiha bal kişandin ser girîngiya geştên raste rast yên Qeterê bo Kurdistan û Iraqê.

Di beşeke din a hevdîtinê de jî girîngiya aramiya siyasî ya Iraqê bo deverê, têkiliyên Iraq û herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran û çend mijarên din yên cihê girîngiya hevbeş hatin axaftin.