Nêçîrvan Barzanî bi Recep Tayyîp Erdogan re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re, di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiya.
Li gor Serokkomariya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê di derbarê civînê de daye zanîn: “Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li Tirkiyê ye.”
Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de, Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê MITê Hakan Fidan, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî beşdar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin