Nêçîrvan Barzanî: Bila Bexda sînorek deyne ber van êrîsan

14 November 2022 16:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Bila Bexda sînorek deyne ber van êrîsan

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi rêya gotarekê bal kişand ser êrîşên Îranê yên li dijî axên Herêma Kurdistanê û bang li rayedarên Iraqê kir ku sînorek li ber van êrîşan deynin.

Nêçîrvan Barzanî, di merasîma Ragihandina Enstîtuya Dahênanê ya Kurdistanê ya ku îro hat rêvebirin de axivî û di axaftina xwe de êrîşên Îranê yên li dijî sînorê Koye û Zirguwêzê nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku tu hinceteke ku Îran bi moşek û dronan êrîşî axên Herêma Kurdistanê bike, tuneye.

Serokê Herêma Kurdistanê, di dewama axaftina xwe de wiha got:

“Herêma Kurdistanê, dixwaze tekez bike ku dixwaze li navçeyê bibe faktora îstiqrarê û dixwaze bi hemû cîranên xwe re xwedî têkiliyên baş be. Di vê çarçoveyê de jî dixwaze pêwendiyên baş bi Îranê re hebe. Ya di şiyana me de bûye, me kiriye û em dê berdewam bin jî.

Nabe Herêma Kurdistanê ji bo welatên cîran bibe çavkaniya metirsiyê, lê belê ligel wê jî em tu hincetan ji bo wan moşekbaranan û şandina wan dronan a bi ser Herêma Kurdistanê nabînin.”

Nêçîrvan Barzanî, ji rayedarên Iraqê jî xwest ku sînorek ji bo êrîşan deyne û Bexda wekî serweriya axa xwe li mijarê binihêre lewra ev beşek ji binpêkirina mezin a serweriya Iraqê ye û di vê mijarê de Bexda dengê xwe bilind bike û sînorek ji wan binpêkirina re deyne.