Nêçîrvan Barzanî: Cejna we hemûyan pîroz be, her sal sala we bi xêr û xwesî be
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî got, ew ê berdewam bin ji bo rizgarkirina Êzîdiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û çarenivîsa wan eşkere bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya hatina sersala Êzîdiyan Çarşema Sor pîrozbahî li hemû Êzîdiyan kir.
“Ez bi dilgermî cejna ser salê ya xwişk û birayên me yên Êzîdî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê pîroz dikim. Cejna sala nû û cejneke xweş û aram ji wan re dixwazim.
Ez silav û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî Êzîdiyan, malbat û xizmên wan ên ku bûne qurbaniyên terorê. Dilê me her tim bi wan re be, silav li ser wan hemûyan be, her çend Êzîdîyek wenda yan revandî mabe jî, em ê ji bo rizgarkirina wan û eşkerekirina çarenûsa wan berdewam bin.
Cejna we hemûyan pîroz be, her sal sala we bi xêr û xweşî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin