Nêçîrvan Barzanî di salvegera koça Navsêrwan Mistefa de wî bibîranî
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera koça serokê tevgera Goran ya Navşêrwan Mistefa ya 6em de, peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de got:
“Navşêrwan Mistefa mirovekî mezin yê fikrê û lîderekî pêş yê Kurdistanê bû. Rola wî ya di şoreşê û siyasetê de, keda wî, têkoşîna wî û tevlîbûna şoreşê bi rêzdarî bibîrtînim. Bila riha wî şad be.”
Navşêrwan Mistefa ji xelkê Silêmaniyê bû, di sala 1944an de hat dinyayê û xwendina xwe li Silêmaniyê heya lîseyê qedand, kir. Di sala 1967an de ji Bexdayê ji fakulta siyasalê derçû. Di salên 1970an de li Avûstûryayê di seha hûqûqa navdewletî de lîsansa bilind kir. Di sala 1067an de bû endamê rêvebiriya PDK ê ya şaxê Silêmaniyê. Di sala 1969an de kovara Rizgariyê weşand.
Di pêvajoya damezrandina YNK ê de cîh girt. Heya sala 2006an cîgirê sekreterê YNK ê bû. Di sala 2009an de tevgera Goran damezrand û bû serokê wê û heya Goranê xist parlementoya Kurdistan û Iraqê. Di 19 ê gulana 2017an de koça dawî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin