Nêçîrvan Barzanî: Divê Demirtas azad bibe û di hevdîtinên astiyê de rol bistîne

17 January 2020 17:43 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê Demirtas azad bibe û di hevdîtinên astiyê de rol bistîne

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke hevpeyvîna xwe ya digel Al Monîtorê de, bersiv da pirsên pêwendiyên herêma Kurdistanê digel Tirkiyê û derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaşê ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirne  girtî ye.

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa ‘Piştî rûdanên dawî têkiliyên we bi Tirkiyê re çawa ne?’ got, “Têkiliyên me yên bi Tirkiyê re her tim baş bûn. Bi tirkiyê re pêwendiyên me baş in. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî hevdîtineke gelekî baş bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re kir. Emê di vê rêyê de berdewam bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirsa ‘Gelo hêvî heye, di navbera Kurdan û Tirkiyê de proseyeke nû ya aştiyê were destpêkirin?’ jî wiha bersiv da:

“Em destûrê nadin, ti êrîşek bi ser cîranên me de were kirin. Di encamê de, pêwîste ev pirs li Tirkiyê bi rêbazên aştiyane çareser bibe. Di her hevdîtinên xwe yên ligel rayedarên tirk de, bi bîra wan diximi ku pêwîste ev pirs ne bi rêyên leşkerî bi rêbazên diyalogê were çareserkirin. Ev di berjewendiya he du aliyan de ye. Bi baweriya min divê Selahattîn Demirtaş jî ji girtîgehê bê derxistin ûdi hevdîtinên aştiyê de rolekî bigire ser xwe. Divê Demirtaş azad bibe.