Nêçîrvan Barzanî: Divê em car din bi zelalî rûnin û ti alî hewla jinavbirina pêkhateya din nede
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma 18emîn salvegera mezinê şîeyên Iraqê Mihemed Baqir de ku li Hewlêrê birêve çû, axaftinek kir.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de, bal kişand ser hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên bo gihîştina rêkeftinê û got, divê lihevtêgehiştin û hevkariya xwe bihêz bikin û herêma Kurdistanê ji bo vê armancê amade ye û diyar kir ku piştî şerê DAIŞê reşweke nexwestî dirust bûye û peywedîyên wan ligel aliyan ne li gorî dixwazin in.
Barzanî got, dilsoziya Serkirdeyên Şîe bo hevbeşiya ku berê hebûye, zemîneyeke baş e ji bo bihêzkirin peywendiyan, lê çi hevbeşiyên wan temam nabin eger Sunne beşdar nebin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha anî ziman: “Divê careke din bi zelalî rûnin û gotoûbêjê bikin û bingeha danûstandinê ew be ku çi pêkhateyek hewla jinavbirina pêkhateyeke din nede.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin