Nêçîrvan Barzanî: Divê girîngiyeke zêdetir ji bo pêkhateyan bê dayîn

06 June 2022 20:18 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê girîngiyeke zêdetir ji bo pêkhateyan bê dayîn

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 6ê Hezîranê roja Duşemê, beriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkirina bîr û ramanên aliyên siyasî û pêkhateyan ji bo amadehiyên birêveçûna hilbijartinan bi nûnerên siyasî yên pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Parlementeran re civînek lidar xist.

Piştî civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di kombûnê da nûnerên pêkhateyan bîr û boçûnên xwe yên di derbarê hilbijartinan û yasaya hilbijartin û parêzgeriya li mafên wan xiste rû, her wiha tekezî li ser girîngiya rol û piştgîriya Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên wan û rêzgirtina li bîr û raman û têbîniyên wan yên di derbarê wan pirsan kirin ku peywendî bi mafên wan ve heye.

Nêçîrvan Barzanî, ji bilî derbirîna here cûre piştgîriyê ji bo mafên pêkhateyan û parastina wan, tekezî li wê yekê kir ku divê pêkhate bi xwe xwediyê biryara xwe bin û rêz li bîr û raman û biryarên wan bên girtin.

Nêçîrvan Barzanî, herwiha ew piştrast kirin ku rê bi tu hewleke ji bo sînordarkirina mafên pêkhateyan nayê dayîn, bi taybetî li ser pirsa hilbijartin û nûnerayetîkirina wan li Parlemento û saziyên din yên Herêma Kurdistanê, bi berevajiyê ve heta di şiyanê de ye divê girîngiyeke zêdetir bi mafên wan bê dayîn.

Aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê jî di civînê de, spasî û pêzanînên xwe ji bo helwestên Nêçîrvan Barzanî anîn ziman û rola wî bilind nirxandin.

Herwiha ji bo parastin, kûrkirina ruh û giyanê pêkvejiyanê, hevdû qebûlkirin, lêborîniya di navbera pêkhateyên gelê Kurdistanê de û mîsogeriya parastina mafên wan spasiyên xwe anîn ziman.