Nêçîrvan Barzanî: Divê Îraq mexdûrên komkujiya Enfalê qerebû bike

14 April 2019 13:42 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê Îraq mexdûrên komkujiya Enfalê qerebû bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 31yemîn Salvgera Enfalê peyamek belav kir û tê de ragihand ku “divê em tu caran qurbaniyên Enfalê û malbatên wan ji bîr nekin. Divê em îro, sibe û herdem wan bibîr bînin.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro bi helkefta sî û yekemîn salvegera komkujiya enfalê peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de goti, ji bona ku êriş û komkujiyên mîna Enfalê li dijî gelê Kurdistanê dubare nebin, divê yên hatine enfalkirin û mexdûrên enfalê neyên jibîrkirin.

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku dermankirina birînên enfalkiriyan û qerebûkirina mexdûrên enfalê wezîfeya serekî ya hikûmet û dewleta Iraqê ye, ev berpirsiyartiyek dîrokî û exlaqî ye jî.

Hêjayî gotinê ye ku Rêjîma têkçûyî ya Beisî ya îraqê, bi armanca tunekirina gelê kurd ji roja 14 nîsana 1988an dest bi komkujkirin û enfalkirina kurdan kiribû. Di encama wê operasyonê de, ku bi navê sûreya Enfal a pirtûka pîroz a misilmanan Quranê hatibû organîzekirin, zêdetirî 182 hezar kurdên bê guneh hatin şehîdkirin û di gorên komî de hatin veşartin.