Nêçîrvan Barzanî: Divê rêz li biryara pêkhateyên Kurdistanê bê girtin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, pêkhateteyên neteweyî û olî hemwelatîyên resenên Herêma Kurdistanê ne û divê rêz li biryara wan bê girtin û azadîya wan parastî be.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got, “Nabe pêkhate bibin pişkek ji nakokîyên sîyasî, wek çawa nabe û nayê qebûlkirin ku êrîş bikin ser wan.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 17ê Gulanê pêşwaziya nûner û parlamentarên pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê kir.
Di civînekê de, nûnerên pêkhateyan nerîn û dîtinên xwe derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdsitanê d pêşkeş kirin û behsa rol û pêgehên pêkhateyan kirin di jîyana sîyasî û kargêrîya Herêma Kurdistanê de.
Herwiha tekezî hate kirin li ser parastina maf û şayisteyên wan di warê nûnertiyê de li sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê û desteberkirina şayîste û berkefteyên kargêrîyên wan.
Nêçîrvan Barzanî, tekez kir li ser parastina yekrêzîya, tebayî, bi hevre jîyan, hevdu qebûlkirin, cêgîrkirina maf û şayîsteyên pêkhateyan di destûra dahatî ya Herêma Kurdistanê de.
Herwiha got ku hebûna Pêkhateyên neteweyî û olî bi cihê şanazîyê ye û dewlemendî ye û wêneyeke bedew a Herêma Kurdistanê ye ku divê bê parastin û berevanî ji bo wan bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin