‘Nêçîrvan Barzanî dixwaze pêvajoya astiyê li Tikriyê dest pê bike û pirsa Kurdî çareser bibe’ 

22 June 2019 15:01 0 dîtin
‘Nêçîrvan Barzanî dixwaze pêvajoya astiyê li Tikriyê dest pê bike û pirsa Kurdî çareser bibe’ 

PeyamaKurd - Pisporê Karûbarê Tirkiyê Dr. Mûsa Keval dibêje, çûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê pir girîng e, ji ber ku Nêçîrvan Barzanî dixwaze Kurd li Rojhilata Navîn xwedî roleke bi bandor bin û xwedî biryar bin, herwiha dixwaze pêvajoya aştiyê li Tirkiyê destpê bike û pirsa Kurdî çareser bibe.

N.Barzanî & R. T. Erdogan

Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Çûna Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê pêngaveke girîng û erênî ye, jiber ku guhertineke mezin li Rojhilata Navîn çêdibe û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî hinekî xerab bibûn û niha ew pêwendî pir baş bûne û pêngavên baş hatine avêtin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî kesekî şareza ye ji aliyê dîplomatîk ve û dikare pêwendiyên baştir ava bike û Tirkiye welatekî girîng e û pêwîst e pêwendiyên herdû aliyan baş bin.”

Keval wiha got: “Nêçîrvan Barzanî dixwaze Kurd li Rojhilata Navîn xwedî biryar bin û roleke wan a bi bandor û girîng hebe. Ji bo vê mebestê jî pêwediyan ligel welatan baştir dike û yek ji wan welatan jî Tirkiye ye, lewma jî tişta ku ji destê serokê Herêma Kurdistanê bê dê bike.”

Wî pisporî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî di dema borî de hewl daye ji bo proseya aştiyê û niha jî hewl dide pêvajoyê zindî bike û pirsa Kurdî çareser bibe, lê niha ya girîng Tirkiye razî bibe û amade be jê re ku ew pêvajo destpê bike.”