Nêçîrvan Barzanî: Em kar dikin Kurdistan bi awayekî mayînde bibe cihê pêkvejiyanê

16 May 2021 13:27 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em kar dikin Kurdistan bi awayekî mayînde bibe cihê pêkvejiyanê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Pêkvejiyana Aştîyane ya Cîhanê 16ê Gulanê, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama ku li ser twitterê belav kiriye de dibêje, “Em kar dikin bo Kurdistan bi awayekî mayînde bibe cihê pêkvejiyanê û di yekrêz û aştiyê de bimîne.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe diyar kir, ew piştevaniya xwe bo pêkvejiyan û aştiya li seranserê cîhanê nîşan didin û got ku her çi pirsgirêk û nakokî hebe bila bi aştiyane bên çareser kirin.