Nêçîrvan Barzanî êrisa mosekî ya li dijî Baregeha Tacî sermezar kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa moşekî ya li dijî baregeha hêzên hevpeyman li Bexdayê şermezar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa şeva borî ya li dijî baregahaTacî li bakûrê Bexdayê, ku hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê tê de ne, daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de ew êriş bi tundî şermezar kir û ragihand, ew hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyan û welatên wan nîşan didin û teqez dikin ku ew êriş rûdaneka metirsîdar e û ziyanê digihîne berjewendiyên Iraqê û rewşa welat dixe metirsiyê.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku hîn teror gefeke mezin e û got, “Bi taybet ku hîn teror metirsiyek mezin e û DAIŞ jî gefek micid e li ser ewlehî û aramiya Iraq û deverê. Bo nehîştina terorê jî pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya hêzên navdewletî heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê bang li aliyên berpirsiyar kiriye ku êrişkaran bibînin û radestî dadgehê biikin, her wiha nehêlin ew êriş û dijminkarî dubare bibe, ji ber ku dibin sedema aloziyên zêde.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin