Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di mijara parastina azadiya îfadeyan de bi biryare

07 August 2023 22:47 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di mijara parastina azadiya îfadeyan de bi biryare

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Komserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekgirtî Volker Türk û heyeta pê re qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku heyeta Neteweyên Yekgirtî di civînê de behsa armanca seredana xwe ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye, mafên mirovan û azadiyên li Kurdistanê û Iraqê, şert û derfetên rêxistinên civaka sîvîl û li ser azadiya fikrê rawestiyane.

Volker Türk, di derbarê armanca ziyareta xwe de agahiyan da û got li Iraqê û Herêma Kurdistanê xebatên rêxistinên civaka sîvîl, mafên mirovan û li ser azadiyan şiroveyan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku Kurdistan di mijarên demokrasiyê, mafên mirovan, azadiyan de, îfadekirina azadiyan, wekhevî, parastina edaletê û di pêşdebirina wê de bi biryare.

Barzanî got ku Iraq û Herêma Kurdistanê di dewrekî demkî de ne û di mijaran de Kurdistan desteka rêxistinên pêwendîdar yên Neteweyên Yekgirtî dixwaze û di mijarê de bang li NY kir.