Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên Iraqe peyamek belav kir û daxwaz ji aliyên Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê kampanyaya hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên pêşwext de ku 10ê Cotmehê têne lidarxistin, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî, ji bo hilbijartinan daxwaz kir, bangeşeyeke medenî ya aram di asteke bilind de bê pêkanîn û nebe sedema bêzarkirina hemwelatiyan û ji hemû alozî, hevşikandin û reşkirinê dûr be.
Serokê Herêma Kurdistanê ji hemû hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest, "Divê li bîra wan be ku piştî hilbijartinê armanca me hemûyan ew e li Bexda pêkve kar bikin ji bo bihêzkirina demokrasiyê, berjewendiyên Iraqê bi giştî û bi dest ve anîn û parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bi taybetî."
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Welatiyên ezîzên li Herêma Kurdistanê û Iraqê
Di demek da propaganda û bangeşeya hilbijartinên (10)ê cotmeha bê li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe, daxwazê ji hemû aliyek dikim bangeşeyeke medeniyaneya aram, li asteke bilind da encam bidin. Nebê sedema bêzarkirina welatiyan û ji hemû têkdan û hevdû şikandin û nav biçûkkirinê dûr bê. Bi tu awayek li ser hesab û lekedarkirina kesayetiya berbijêr, bi taybetî berbijêrên jinan nebê.
Hemû alî û dam û dezgehên îdarî û emnî û medya û civaka medenî, hevkar bin ji bo serkeftina proseya birêvebirina bangeşeya hilbijartinê li çarçêweya yasayê da. Bi tevahî azad bê û derfeta wekhevî û wekî yek ji bo hemû aliyan û berbijêrek bê rexsandin.
Hemû hizb û aliyên siyasî divê ewe li bîra wan bê ku piştî hilbijartinê me hemûyan armanca me ewe li Bexda pêkve kar bikîn ji bo bihêzkirina demokrasiyê, berjewendiyên Iraqê bi giştî û bi dest ve anîn û parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bi taybetî. Li bangeşeya hilbijartinê da divê kareke wiha neyê kirin hemahengî û alîkarî û pêkveyî û karê hevbeşî ya paşerojê li Bexda dijwartir bike.
Dengdan maf û erk û berpirsiyariye, divê peyama me hemûyan ewe bê ku welatî wê mafê xwe bikarbînin, erk û berpirsiyariyê hilbigrin û bi beşdariyeke çalak li dengdanê da bikin, hemû pêkve li guhertin û hewlên avakirina paşerojeke baştir da beşdar bibin. Ev hilbijartin ji bo Iraqiyan girînge, civaka navdewletî jî bi girîngiyê ve lê temaşe dike. Ji bo wê yekê Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa tîmên xwe dişînin û li nêzîk ve çavdêriyê dikin.
Hêviya bangeşeyeke serkeftî ji bo hemû aliyek û hilbijartineke pak û bêkêmasî dixwazim ku cihê baweriya me hemûyan bê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.09.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin