Nêçîrvan Barzanî li ser rêkeftina Sengalê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Di derbarê rêkeftina asayîkirina rewşa di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek belav kir û got, ev rêkeftin erênî ye.
Bi daxuyeniyekê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do rêkeftina do ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya bo normalkirina rewşa Şingalê, dest xweşî li tîma danûstandina her du aliyan kir, herwiha spasî û destxweşiya taybet pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim kir û got, rola wî diyar û bibandor bû ji bo serxistina danûstandinan.
Di heman deme de Nêçîrvan Barzanî spasiya Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis Plasschaert kir ku ji bo vê rêkeftinê alîkar bûye.
Barzanî destnîşan kir, ev rêkeftin dibe sedema bihêzkirina baweriyê di navbera Hikûmeta federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêvî kir, gavên din ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bêne avêtin.
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kir û got, pabendê bicîkirina wê rêkeftinê bin û ji hevparên navdewletî xwest, ji bo avakirina Şingalê û vejandina jêrxana wê alîkar bikin û ku bibe sedema aramî, bicîkirina aştiya civakî û bihêzkirina pêkvejiyan û lêborîna navbera pêkhateyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin