Nêçîrvan Barzanî peyamek bo salvegera Qirkirina Êzidiyên Sengalê belav kir

03 August 2020 12:57 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî peyamek bo salvegera Qirkirina Êzidiyên Sengalê belav kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê salvegera 6emîn Qirkirina Êzidiyên Şengalê peyamek belav kir û tê de ragihand, ‘‘Şengal kirine warê çekdarên neyasayî.’’

Di peyama xwe de Serok Nêçîrvan got, ‘‘Demek e vê bîranîna bi êş dikin, mixabin hê jî ji birîna xwişk û birayên me yên Êzidî xwîn jê diçê û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê de dijîn. Şengal û navçeyên dinê Êzidiyan hê jî nehatine avadan kirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan têda nîne. Şengal kirine warê çekdarên neyasayî ku bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzdiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.’’

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de destnîşan kir, ‘‘Îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş saliya Jenosîda Êzdiyan û karesata Şengalê dikin. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xwişk û birayên me yên Êzidî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên DAIŞê. Hîç kesek bawer nedikir di sedsala bîst û yekê de mirovayetî careke din mergesateke wiha bibîne ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo giyanê pakê qurbaniyên karesata Şengalê û tevahiya xwişk birayên Êzdî.

Herwiha di berdewamiya peyamê de diyar kir, ‘‘Di vê bîranînê de dupat dikin ku Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avadankirina Şengalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê, hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Herwiha li ser asta navdewletî jî kar dike, heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad, vê tawanê bi jenosîd binasin û tawankaran jî bidin dadgehê û qurbaniyan qerebû bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn, ‘‘Xwişk û birayên Êzdî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Li vê salvegerê de tekez li ser kûrkirina wê çandê dikîn û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikîn ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Herwiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikîn li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibîn.’’

Di dawiya peyamê de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, ‘‘Silav li giyanê pakê wan Pêşmergeyên qehremanan ku bi serpereştiya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şengalê rizgar kirin û bo wê navê da giyanê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkariyê pêşkêşê Êzidiyan kirin. Xwişk û birayên Êzidî piştrast dikin ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan da dibin.’’