Nêçîrvan Barzanî serdana fermî ya Brîtanyayê bi dawî anî û vegeriya Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana xwe ya sê rojî ya bo Brîtanyayê bi dawî anî û ji Londonê vegeriya Hewlêrê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Şemiyê piştî serdana xwe ya Brîtanyayê û civîna ligel Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson vegeriya Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de, bi Serokê Encumena Lordan, Wezîrê Derve, Berevanî, Hêzên Çekdaran û Perwerdeya Brîtanya re hevdîtin pêk anîn.
Herwiha Barzanî di çarçoveya serdanê de bi Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Abu Dabî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat û Serokê Encûmena Raperandina Mîrnişîna Abu Dabî re civîya.
Nêçîrvan Barzanî di civînan de pêşxistina pêwendiyan û warên alîkarî û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî û pêşketinên navçeyê guftûgo kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê, di serdana xwe de, serdana Akademiya Şahaneya Sandhurst a Leşkerî ya Brîtanî kir û herwiha bi siyasetmedar û Serok Wezîrêberê yê Brîtanya û koma Parlementerên dostên Kurdistanê li Parlemena Brîtanya John Major re jî hevdîtin pêk anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin