Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê civiyan

25 September 2019 13:47 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîka bo Karûbarên Nehîştin û Pakirina Terorê Marshall Billingslea, ji bo tunekirin û nehîştina yekcarî ya DAIŞê û fikra terorê û tundrewan tekezî li pêwîstiya hişkirina çavkaniyên darayî yên DAIŞê û rêgiriya temam li tevger û çalakiyên darayî û metirsiyên serîhildana wê kirin û ji bo armancê jî, hevkarî û hemahengiya zêdetir a navdewletî bi pêwîst zanîn.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de ku îro 25ê Îlonê li Hewlêrê birêve çû, herdu aliyan pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û derfeta kar û webirhênan û sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bo webirhênana biyanî û pêşkêşkirina asankariyên taybet bi wê proseyê gufûgo kirin.

Pêşxistina sîstema bank û bankdariyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya girêdana wan bi cîhanê hatin guftûgokirin, herwiha hevahengiya navdewletî bo başkirina karta aborî û bankê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û karta wize bi taybetî jî hatin ber behs û guftûgoyê.

Di civînê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka û şanda pê re beşdar bûn, guftûgoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqî bo çareserkirina pirsgirêkan, bazirganiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatiyên cîran û navçê, çend tewerên din ên guftûgoya herdu aliyan bûn.