Nêçîrvan Barzanî û Futoshi Matsumoto li ser berfirehkirina veberhênana Japonî axivîn

15 February 2023 21:07 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Futoshi Matsumoto li ser berfirehkirina veberhênana Japonî axivîn

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 15ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Japonê yê Bexdayê Futoshi Matsumoto kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Japonê re hatine gotûbêjkirin û herwiha li ser pêşxistina hevkariya Japonê û Kurdistanê danûstandina bîr û ramanê hatiye kirin.

Nêçîrvan Barzanî, di civînê de ji ber xebatê wan spasiya sazî û kompaniyên Japonê kir ku li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Herwiha Barzanî bal kişand ser ku ew dixwazin pêwendiyên ligel Japonê werin berfirehkirin û li Herêma Kurdistanê jî ji bo veberhênana Japon derfet û rewşeke baş heye.

Li aliyê din Balyozê Japon jî derbarê xebatên kompaniyên Japon ên Herêma Kurdistanê de agahî dan û daxwaza zêdekirina pêwendiyên ligel Kurdistan û Iraqê anî ziman.