Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser wefata Prof. Kinyazê Îbrahîm peyamên serxwesiyê belav kirin

09 August 2021 00:35 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser wefata Prof. Kinyazê Îbrahîm peyamên serxwesiyê belav kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv ku roja Yekşemê 8ê Tebaxê li Almaataya Qazaxistanê ji ber nexweşiya koronayê wefat kir, peyamên serxweşiyê belav kirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê Twitterê belav kiriye de got: "Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan û Serokê Yekîtiya Kurdên Kazaxistanê, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkar û hevalên wî dikim, hevparên xema wan im. Ewê hertim di bîra me de bimîne."

Serokwezîr Barzanî jî di peyama xwe de got: "Bi xemgîniyek mezin min xebera koça dawî ya Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, Serokê Federasyona Navdewletî ya Diyaspora Kurdan (FNDK) bihîst. Prof. Kinyaz Mîrzoyêv mirovekî niştimanperwer, nivîskar û rewşenbîrekî naskirî bû. Gelek xizmeta çand û ziman û edebiyata kurdî kiriye. Ez serxweşiyê didim malbata wî, mirov û hevalên wî û xwe şirîkê xema wan dibînim. Xwedayê mezin ruha wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide hemiyan."

Rewşenbîrê Kurd Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv koça dawî kir