Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî peyamên serxwesiyê bo wefata Prens Philip belav kirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Prensê Brîtanyayê Philip ku hevjînê Qralîçeya Brîtanyayê Elîzabeth e peyamên serxweşiyê belav kirin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de li ser navê gelê Herêma Kurdistanê serxweşî da Ekselansê Dukê Edinburghê Prens Phillip û hevxemiya xwe diyar kir.
On behalf of the people of the Kurdistan Region, I extend my heartfelt condolences on the passing of the Duke of Edinburgh, HRH Prince Phillip. My thoughts and prayers are with the people of the United Kingdom and the British royal family during this difficult time.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 9, 2021
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got: “Ji ber koça dawî ya Prens Pihilip ê tevahiya jiyana xwe xizmet kiriye, hevxemiyên xwe yên kûr li ser navê gelê Herêma Kurdistanê pêşkeşî hikûmeta Brîtanyayê dikim. Di vê rewşa zehmet de dilê min bi Malbata Qralîyetê re ye.”
My deepest condolences to Her Majesty The Queen and the British government and people on the passing of Prince Philip, Duke of Edinburgh after a lifetime of service. My thoughts are with the whole Royal Family in this difficult time —mb.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) April 9, 2021
Prens Pihilip îro 9ê Nîsanê di 99 saliya xwe de li Keleha Windsorê koça dawî kir. Philip sala 1921ê li Yûnanistanê hatiye dinê ku ji bo meha Hezîrana îsal amadekariya pîrozkirina 100 saliya wî dihat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin