Ji Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî peyamên serxwesiyê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê, Mîr Tehsîn Beg peyamên serxweşiyê belav kirin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Bîranîna wî bi xêr be û xwedayê mezin wî bi dilovaniya xwe şa bike” û civaka Kurdên êzidî û malbata wî re sersaxî xwest.
Mesrûr Barzanî peyamek bi navê ‘Malbata birêz Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg’ belav kir û tê de got, “Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya ( Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhan û kesayetiya nîştimanperwer ya Kurdistanê Mîr Tehsîn Beg gehîşte me û bi bîhistina vê nûçeyê gelek xembar û dilgiran bûn.
Bi vê boneya xemnak, hevbeşbûna xwe di xem û keseran de ji malbeta vî ya birêz re radigehînim, ser xweşî li xizm, dost, xelkê Kurdistanê û tevahiya birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê de dikim.
Ji xwedê mezin daxwaz dikin ku xwedê jê razî bixe ber rehm û dilovaniya xwe û aramî jî bide tevahiya aliyan.”
Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe de got, “Bi boneya koça dawî ya Mîr Tehsîn Beg Mîrê êzidîyan, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesukarên wî û civata rûhanî û hemî xuşk û brayên me yên êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Em hevpar û hevxemên malbata wî û tevahîya êzidîyan e.”
Di peyamê de hat gotin, Mîr Tehsîn Beg ku bêhtirî 70 salan mîrîtiya êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê kririye tevî ku di nav êzidîyan de xwedî pêgeh û roleke civakî û olî yê diyar bû, her wiha di tevgera kurdayetiyê û bi taybetî jî di şoreşa îlonê de xwedî rol û beşdariyeke berçav bû û ji ber helwesta xwe ji welat hatiye sirgunkirin.
Di berdewama peyamê de hat diyarkirin ku Mîr Tehsîn berdewam digel civaka Kurdistanê û Iraqê û ya deverê jî di peywendiyê de bûye û rêz û pêgehê wî yê civakî ne bi tenê di nav êzidîyan de belkî di nav civaka Kurdistanê û ya Iraqê de jî dyar û berçav bûye ku xwedî toreke berfireh a pêwendiyan bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin