Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên sermezarkirina êrîsa Parîsê

24 December 2022 11:28 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên sermezarkirina êrîsa Parîsê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê ku 3 Kurd hatin kuştin û 3 3 jî hatin birîndarkirin, peyam dan û êrîşa ser Kurdan şermezar kirin.

Doh danê êvarê li Parîs a paytexta Fransayê kesekî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û berberekî Kurd kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin, 3 kes birîndar jî bûn. Yek ji kesê hatiye kuştin hunermendê Kurd Mîr Perwerê ji Bakurê Kurdistanê ye ku li Parîsê dijiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Twitterê êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û wiha got: “Ez kuştina 3 Kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im. Ez ji bo hevxemiyê spasiya Serok Macron dikim. Ez bawer im ku rayedarên Fransayê dê dadmendiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re pêk bînin. Fransa her tim piştevanê gelê Kurdistanê bûye.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Em bi êrîşa ser civaka Kurd a li Parîsê gelekî xemgîn bûn. Hevxemê qurbaniyan û malbatên wan im. Bang li dîyasporaya Kurd dikim bi aramî tevbigerin. Em ti cûreyên tundiyê nedin ber xwe.”