Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên pîrozbahiyê bo civaka Mesîhî

24 December 2020 19:43 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên pîrozbahiyê bo civaka Mesîhî

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di ji bo cejna roja bîranîna jidayikbûna Hezretî Mesîh de, peyamên pîrozbahiyê pêşkeşî Mesîhiyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê kirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Bîranîna ji dayikbûna Hezretî Mesîh “Silavên xwedê lê bê” li xûşk û birayên Mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê bi germî pîroz dikim, cejn û pişûyekî xweş û aram ji bo wan dixwazim. Hêvîdarim ev cejin tebayî, aştewayî, lêborînî û hevdû qebûlkirina zêdetir li Iraq, navçeyê û cîhanê, ji bo tevahiya mirovayetiyê li gel xwe da bîne.”

Di berdewamê de Nêçîrvan Barzanî bibîr xist: “Mixabin îsal li Herêma Kurdistanê jî wekî hemû cîhanê ji ber pejika Kovid – 19 ve, rêwresmên mezinê cejnê nayên encamdan, lê belê bêguman bîranîna ji dayikbûna Hezretî Mesîh bi rûmetê ve li dilê hemûyan da vedike û bilind tê ragirtin. Hêvîdarim bîranîn û cejnên me yên paşerojê li rewşên baştir da bigêrîn.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Di vê salvegera pîroz da dûpat dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landika tebayî û firehî û pêkvejiyanê hemû pêkhatên wê û bi mal û niştimana xûşk û birayên Mesîhî jî dimîne. Em hemû pêkve bi tebayî, yekrêzî, xweragirî û qurbanîdanê, me rojên dijwar û kêşe û qeyranên berê birêkiriye, bi heman awayî ev rewşa dijwar û pejik û qeyranan jî derbasdikîn û paşerojeke baştir çaverêya me ye.

Welatiyên Mesîhî piştrast dikîn ku berdewam dibîn û hemû hewl û şiyanek didîn bo ku navçeyên wan yê ziyanberketiyên li şerê dijî terorê da avadan bikîn û şûnewarên şer li ser wan de nemîne, heta koçberên wan bikarin vegerin û aramî, jiyan, piştrastî û geşbûnê li gel xwe da bibin, careke din koçber nebin û hemû mafên wan parastî be.

Cejna ji dayikbûna Mesîh û sala nû ya zayînî li hemûyan pîroz bê, hemû salek bi xweşiyê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got:

“Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be), pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kirîstiyanî li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im ku rojên cejna xwe di keşeke aram û bextewar de derbas bikin.

Kirîstiyan pêkhateyeke girîng û resen a civaka Kurdistanê ne û bi pêkhatên din re roleke giring di ber bi pêşvebirina civaka kurdistanê de dîtine û Herêma Kurdistanî jî li navçeyê bûye malbenda pêkvejiyana netewî û olî.

Di vê boneya pîroz de, pabendbûna xwe ji bo kûrkirin û xurtkirina kultura lêborînê û tebayî û pêkvejiyana aştîyane ya di navbera pêkhatan de dubare dikin ku ew jî yek ji şanaziyên Herêma Kurdistanê ye.

Hêvîdar im hatina vê cejinê û sersala nû, bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê û bidawîbûna qeyran û nehametiyan li Kurdistan û cîhanê."