Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên yadkirina sehîdên Qeladizê

24 April 2022 14:10 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên yadkirina sehîdên Qeladizê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera 48emîn a bombebarana rejîma Beasê, peyamên yadkirina şehîdên bajaroka Qeladizê belav kirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî belav kiriye de, bal kişand ser ku 48 sal berê balafirên rejîma Beas bi bombebaraneke dirindane hejmarek welatiyên Qeladizê û Zankoya Silêmaniyê şehîd kirin û giyanê pak ê şehîdan silav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got, “Em serê xwe bi rêz û hurmet bo giyanê pak yê şehîdên her du karesatên bordûmankirina bajarokê Qeladizê û gulebarankirina xwepêşandana sivîl ji aliyê rêjîma Bees ve diçemînin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamê de diyar kir, “Li vir dîsa daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ziyandîtiyên destê rêjîma berê qerebû bike.”

Serok Barzanî: Xelkê Qeladizê nîşan da ku îradeya gelê Kurdistanê ji napalman û siyaseta qirkirinê bihêztir e