Nêçîrvan Barzanî û William Roebuck: Pêsxistina dostanî û pêwendiyên ligel Washingtonê...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de William Roebuck civiya. Di civînê de rewşa siyasî û serbazî û geşedanên herî dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî doh Sêşemê 23yê Nîsanê li ofîsa xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de William Roebuck û şandeya pê re kir.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkayê li ser pêwendiyên du alî, qurbanîdana Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de, berdewamiya rahênana Hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên Hevpeymanan û bi taybet jî Amerîkayê ve, pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê û xurtkirina bêtir a pêwendiyan bi taybet di warê ewlehiyê de ji bo rûbirûbûna metirsiyên derketina teror û tundiyê gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin, Nêçîrvan Barzanî û William Roebuck di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û gotûbêjê kirine.
Herdu aliyan herwiha hewlên herî dawî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseya siyasî li Iraqê, rewşa Sûriyê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên navçeyê kirine.
Di beşeke din a civînê de Nêçîrvan Barzanî û William Roebuck tekezî li ser dostaniya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û pêşxistina pêwnediyên Hewlêr-Washingtonê di hemû waran de kirine.
Di civînê de, Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Steve Vagen û çend berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amadehî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin