Brîtanya: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo pêsxistina pêwendiyan derfeteke mezin e

16 September 2021 14:51 0 dîtin
Brîtanya: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo pêsxistina pêwendiyan derfeteke mezin e

PeyamaKurd – Konsolxaneya Brîtanya ya Hewlêrê derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Londonê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Brîtanyayê ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî yên aborî derfeteke mezin bi xwe re tîne.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh 15ê Îlonê bi vexwendineke fermî gihîştibû Londonê û bi Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê James Heappey  re hevdîtineke pêk anîbû.

Nêçîrvan Barzanî herî dawî li Londonê bi Grûpa  Parlamenterên Brîtanya ji bo Dostayetiya Kurdistanê re civiyabû û biryare di serdana xwe ya sê rojan a Brîtanyayê de, bi Wezîrê Derve Dominic Raab û piştre jî bi Serokwezîr Borîs Johnson re bicive.