Nemir Îdrîs Barzanî li Hewlêrê bi merasîmekê hat bibîranîn
PeyamaKurd - Kurê mezin ê Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî di 31emîn salvegera wefata xwe de, îro 29ê Çile li Pîrmama Hewlêrê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Di merasima bîranînê de endamê polîtburoya PDKê û hevalê nêzîk ê Îdrîs Barzanî Dr. Roj Nûrî Şawês axaftinek kir.
Şawêz got, “Jiyana û xebata nemir Îdrîs Barzanî bi destkeftên gelê me ve hatiye girêdan. Ji ber wê eger îro referandûma serxwebûna Kurdistanê serkeftî bûye, ji ber xebata Îdrîs Barzanî û Mela Mistefa Barzanî û hevalên wan e.”
Dr. Roj di merasîmê de li ser Îdrîs Barzanî got ku ew ne mirovekî normal bû, ez dikarim bêjim Îdrîs Barzanî çiyayekî dîroka gelê me ye û destnîşan kir, “Neyar û dijminên hundir û derve xwestin referandûm bi ser nekeve lê ruhê xebata Îdrîs Barzanî û hevalên wî yên din û li ser hemiyan re jî xebata Barzaniyê nemir wisa kir ku referandûm bi ser bikeve.”
Kurê rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî yê mezin Îdrîs Barzanî, sala 1944an li gundê Barzan hatiye dinê û 31ê Çileya 1987an jî li qezaya Sîlvana ya bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê çûye ser dilovaniyê.
Îdrîs Barzanî birayê Serok Mesûd Barzanî û bavê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin