Îdrîs Barzanî li ber Keleha Hewlêrê bi pêsengeha wêneyan û merasîmekê hat bîranîn

31 January 2022 18:33
Îdrîs Barzanî li ber Keleha Hewlêrê bi pêsengeha wêneyan û merasîmekê hat bîranîn

PeyamaKurd – Di 35emîn salvegera kurê mezin ê Nemir Mele Mistefa Barzanî û birayê Serok Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî de îro 31ê Çile li ber Keleha Hewlêr pêşengeheke wêneyan hat vekirin û merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di pêşengeha 35emîn salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de, dezgeha `Neviyên Şoreşa Îlonê` merasîmek lidarxist ku gelek kesayetên naskirî û parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî beşdarî lê kirin.

Herwiha di çarçoveya merasîmê de, çalakiyên humerî ji bo bîranîna Îdrîs Barzanî birêve çûn ku Îdrîs Barzanî wekî “Endazyarê aştiya di navbera partiyên Kurdî de” tê naskirin.

Di pêşangeha wêneyan a hat vekirin de 17 tablo û zêdetirî 20 wêne hatin pêşandan ku ew wêne û tablo beşek ji qonaxên girîng ên xebata Pêşmergayetî ya Îdrîs Barzanî, Mela Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî ne.