Netanyahû: Em dixwazin misoger bikin ku ti gefek ji Xezzeyê nayê!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di civîna kabîneya şer de axivî û got, “Wê şerê Xezzeyê heta bigihin armancên xwe, çend mehên din dewam bike”.
Netanyahû diyar kir ku ji bo serkeftina şerê wan ê bi Hemasê re pêk were, hinekî din dem bo wan lazim e û ew dixwazin misoger bikin ku ji aliyê Xezzeyê ve ti gefek bo wan nayê çêkirin.
Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû diyar kir, divê herêma Philadelphia ya navbera Misir û Xezzeyê jî bikeve bin kontrola Îsraîlê û ew biryareke derveyî wê ya piştî şer jî qebûl nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin