Netanyahû: Em ê ji Erdoganê ku Kurdan qir dike sîretan wernegirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersiv da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û got: “Îsraîl wê ji Erdoganê ku Kurdan qir dike, şîretên weazên exlaqî wernegire.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh li Stenbolê di bernameyekê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin bi gotinên tund rexne kiribû û gotibû: “Netanyahu û rêveberiya wî bi sûcên li dijî mirovahiyê yên li Xezeyê dikin, wekî Naziyên îro navên xwe li kêleka Hitler, Mussolini û Stalin zêde kirine.”
“Kurdan qir dike”
Netanyahu jî li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da gotinên Erdogan û wiha got:
“Îsraîla ku pabendî qanûnên şer e, wê ji Erdoganê ku piştgiriyê dide kujer û tecawuzkarên rêxistina terorê ya Hemasê, qirkirina Ermenan înkar dike, li welatê xwe Kurdan qir dike û rojnameger û rikberên xwe yên siyasî bi zorê ditepisîne şîretên ehlaqê wernegire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin