Netanyahu: Heta ji DYAyê sewqiyata çekan hebe ew ê xwe li hember "êrîsên li ser sexsê xwe" ragire

21 June 2024 11:13 0 dîtin
Netanyahu: Heta ji DYAyê sewqiyata çekan hebe ew ê xwe li hember "êrîsên li ser sexsê xwe" ragire

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu ragihand ku ew amade ye “êrîşên li ser şexsê xwe ragire”, eger Amerîka cebilxane û çekên pêwîst dabîn bike, piştî îdiaya wî ya redkirina şandina çekan bo Telavîvê.

Serokwezîr Netanyahu di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de şandina çek û cebilxaneyên ji Amerîkayê bo Îsraîlê nirxand. Netanyahu got, "Ez amade me êrîşên li ser şexsê xwe ragirim, bi şertê ku Îsraîl cebilxaneya ku di şer da hewce dike ji Amerîkayê bistîne."