Netanyahu, hisyariyeke tund li Serokê Hizbullahê kir
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Rêxistina Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN), Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser daxuyaniyên duh a Serokê Hizbullahê Nasrallah û rêziknameya dadwerî ya nakokbar, hin nirxandin kirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku divê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê yê Lubnanê Hesen Nasrallah Îsraîlê neceribîne û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Berxwedana Libnanê, dê bê bersiv nemine û Îsraîll dê li dijî her cure bêaqiliyê amade be. Em ji gefên Nasrallah ên ji kozikê bê bandor in. Roja îmtîhanê em ê mil bi mil li ber xwe bidin. Divê Nasrallah me neceribîne."
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser îhtîmala vegerandina dan û stendinên bi opozisyonê re li ser rêkeftina dadwerî ya nakok ku ev 30 hefte ne bûye li seranserê welêt bûne sedema xwepêşandanên girseyî jî got,
"Em ê sûdê ji betlaneya havînê ku di navbera me de li hev bikin, werbigirin. Ez hêvîdar im vê carê em li hewayê neyên hiştin. Lihevkirinek pêkan e û pêwîst e û piraniya gel jî ev yek fêm kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin