Netanyahû hisyariyeke tund da Hizbullahê: Heke besdarî ser bibe…
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû hişyarîyeke tund da Hizbullaha Lubnanê û got, hek ew beşdarî şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de biba, ew ê bi awayên ku ne li bendê bûn werin lêdan.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû îro 23yê Cotmehê ragihand, heger Hizbullah biryara şer bide dê şerê sala 2006ê were bîra wan û wiha pê de çû: “Eger wisa bikin dê xeletiya herî mezin a jiyana xwe bikin.”
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka şerê Hamas û Îsraîlê de,sînorên Îsraîlê çend caran rastî êrîşên Hizbullahê hatin û Îsraîlê jî bersiva wan êrîşan daye. Netanyahu got ku ew ê ji aliyê hêzeke ku dê bandorên wêranker li ser dewleta Lubnanê bike lê bixin.
Di Tîrmeha 2006an de Hizbullaha Lubnanê êrîşî pasevanên sînor ên Îsraîlê kiribû û Îsraîlê êrîşên mezin li ser Hizbullahê dabûn destpêkirin ku tê de ji herdu aliyan gelek windahî çêbûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin